Karayilan: Li Tirkiyê şerê navxweyî heye
Murat Karayilan dibêje, niha şerê navxweyî li Tirkiyeyê heye û pêvajo bi operasyona 14ê kanûnê derbasî asteke nû bûye.
Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Murat Karayilan bersiva pirsên radyoya "Dengê Kurdistanê" da û got; "Gerîla hê daneketiye bajaran lê Artêşa Tirkiyeyê beşdarî şerê kolanan bûye û ger wiha bidome, peywendiya dawî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirkiyê jî wê qut bibe."
Karayilan wiha axif: "Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbin wek bajarên Sûriyê hatine wêrankirin û dewleta Tirkiyeyê çi nêzikatî hemberî serhildanên Kurd yên salên 1925 û 38ê kirine niha jî wê dike."
Karayilan da zanîn ku hikûmeta AKPê dixwaze piştî ku li kolanan serkeve dest bi hevdîtan bike, lê piştî ew qas kuştinan ewê hevdîtinan qebûl nekin û çawa li Kobanê biserketine, ew dê li Bakurê Kurdistanê jî biserkevin.
K24
