Obama bo Erdogan: Leşkerên xwe ji Iraqê vekêşin
Serokê DYA Obama bi telephone pêwendî ligel Serokomarê Tirkiyê Erdogan danî û daxwaz kir ku Tirkiye leşkeRên xwe yên li Iraqê vekêşe.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Serokê DYA Barack Obama bi telephone pêwendî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan danî û daxwaz kir ku Tirkiye leşkeRên xwe yên li Iraqê vekêşe.
Di pêwendiyê de Erdogan ragihand ku armanca hebûna leşkerên Tirkiyê li Iraqê ‘’piştgiriya hêzên Iraqî ya bo tekoşîna li dijî DAIŞ’ê’’ ye.
Obama jî ji Erdogan xwest ku ji bo arambûna rewşa Iraqê û herwiha idawî anîna aoziya navbera Enqere û Bexdayê, hêzên xwe ji Başîqa vekêşin.
Hêjayê gotinê ye ku, Cihgirê Serokê DYA’yê, Joe Biden jî gotibû ku divê Tirkiye rêzê ji serwerî û sînorên Iraqê bigire û nebe sedema derketina aloziyan û hêzên xwe ji Başîqa vekêşe
Basnews
