• Friday, 20 February 2026
logo

Peyama spasiya Serok Barzanî ya ji bo serkirdayetiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye

Gulan Media December 19, 2015 Nûçe
Peyama spasiya Serok Barzanî ya ji bo serkirdayetiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye
Rêzdarên li Serkirdayetiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye

Silavekî germ..

Wekî hemwelatiyekî Kurd gelek bi wê yekê dilxweşim ku kadîr û endam û alîgir û hezkirên we yên li Rojavayê Kurdistanê bi coşiyê ve roja ala Kurdistanê bilind ragirtin. Cihê destxweşiyê ye ku ji bilî wan hewlên hinek aliyên bi nav Kurd ji bo rêgirtina bilind ragirtina ala, we nehişt ala Kurdistanê bikevê û bi bilindî ma û spasiya we dikim.

Reftarên wan aliyên li dijî Kurd cihê şermezariye û li rastiyê da dagîrkeran jî wan karan nekiriye, ewê ew aliyên derbarê ala Kurdistanê dikin û dawiyê de ji bo wan şermezarî û poşmanî dimîne.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2015

Top