• Friday, 20 February 2026
logo

Ocalan biryara PKKê li ser Ala Kurdistanê aşkere kir!

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Ocalan biryara PKKê li ser Ala Kurdistanê aşkere kir!
Endamê berê yê Konseya Serkiratiya PKKê û birayê Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îdiaya li ser alaya Kurdistanê piştrast kir.

Osman Ocalan îdiaya ji aliyê kurê yekem Serokomarê Kurdistanê Elî Qazî ve hatiye kirin a “PKKê alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî qebûl kir”, piştrast kir.

Osman Ocalan di derbarê îdîaya li ser alaya Kurdistanê ji Rûdawê re axifî û got, “Endamê KNKê Zubeyr Heydar û Remzî Kartal bo diyarkirina alaya neteweyî ya Kurdistanê ji Ewropa hatibûn cem min. Min ji hemû Endamên Serokatiya Konseya PKKê re alaya Kurdistanê pêşniyar kir.”

Ocalan da zanîn ku civîn di sala 2002an de li Meradê pêk hatiye. Wê demê ji Endemên Konseya Serokatiya PKKê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan ji bo diyarkirina alaya netewî ya Kurdistanê pirs li wan hat kirin. Piştî pejirandina wan endamên konseyê Osman Ocalan mûwafaqa wan bikaranîna alaya netewî ya Kurdistanê qebûl dike.

Elî Qazî ji Rûdawê re ragihandibû, PKKê Ala Kurdistanê pejirandibû

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê) û kurê Qazî Mihemed ê yekemîn Serokomarê Kurdistanê, Elî Qazî pêştir di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re gotibû, PKKê jî pêştir bi rêya Osman Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ew alaya Kurdistanê qebûl kir û li ser vê yekê jî îmza kir.

Elî Qazî amaje bi wê jî kiribû, ku Osman Ocalan niha ne di nav refên PKKê de ye û gotibû: “Helbet niha Osman Ocalan di nava PKKê de nemaye lê em nikarin bibêjin ku ev ala qebûl nekirine çimkî wê demê ev ala ji aliyê berdevkê PKKê ve hatibû pesendkirin.”

Rudaw
Top