• Friday, 20 February 2026
logo

Washingtonê peyam da: Kurdistan dikare xwe birêve bibe!

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Washingtonê peyam da: Kurdistan dikare xwe birêve bibe!
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ku di çarçoveya geşteke fermî de serdana Başûrê Kurdistanê kir, ragihand: “Herêma Kurdistanê dikare him li dijî DAIŞê bi awayeke serkevtî şer bike û him jî bi başî xwe birêve bibe û ew jî bala hemû aliyan dikişîne.”

Îro Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter serdana Başûrê Kurdistanê kir. Ashton Carter li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Piştre Ashton Carter bo lidarxistina civîneke taybet ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber bi avahiya Encumana Wezîran a Herêma Kurdistanê birê ket.

Li avahiya Encumena Wezîran, Mesûd Barzanî pêşwazî li Ashton Carter û şandeya pê re kir û piştre Barzanî û Carter bi hev re civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Barzanî û Carter de daxuyaniyek nivîskî da û derbarê mijarên civînê û gotûbêjên navbera her du aliyan de agahî dan.

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter di civînê de ragihand, ku ew li hember wêrekî û qehremanî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û şikestina wan de matmayî ne.

Ashton Carter pesnê serkevtinên hêzên pêşmerge di eniyên şerê li dijî terorê de kir û ragihand, ew serkevtin di encama hevrêzî û karê hevbeş ê hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan de tên bidestxistin.

Carter herwiha di civînê de got: “Herêma Kurdistanê gellek bi başî kariye şer bike û berevaniyê li xwe bike û di heman demê de jî bi awayekê baş xwe birêve bibe û ev jî bala hemû aliyan dikşîne.”

Carter tekezî li ser dostînî û baweriya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û ji Barzanî re got, ku jibo xurtkirina jihevtêgihîştin û hevrêziya navbera her du aliyan wî serdana Hewlêrê kir.

Li gor daxuyaniyê, Ashton Carter herwiah got: “Amerîka ji wê bawerî û hevrêziya ku di navbera Artêşa Amerîka û Hêza Pêşmerge de heye, razî ye.”

Carter herwiha spasiya qurbanîdana hêzên pêşmerge kir û ji ber şehîdbûna pêşmergeyan di şerê li dijî terorê de serxweşî li Barzanî kir.

Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya yekîne û tîmên girêdayî Artêşa Amerîakyê kirk u alîkarî Hêza Pêşmerge kirine.

Barzanî pesnê rola Amerîkayê di şerê li dijî terorê de da û asta hevrêzî û hevkariya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Amerîkayê di şerê li dijî terorîstan de jî bi Gellek Baş bi nav kir.

Barzanî behsa rewşa eniyên şer jî kir û amaje bi wê kir, ku karê herî li pêş ê gelê Kurdistanê berevanîkirin li xwe û şerê li dijî çekdarên DAIŞê ye û amadeyiya Herêma Kurdistanê jî bo hemû curên hevkarî û hevrzêiyan bi her aliyekê re ku şerê çekdarên DAIŞê bike, nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser hewlên hemû aliyan bo jinavbirina terorê li Iraqê kir û ragihand, pêwîste hevdem ligel wê yekê hizir li çareserkirina rewşa siyasî ya Iraqê jî were kirin.

Mesûd Barzanî ji Ashton Carter re got: “Her çiqas gelê Kurdistanê di bin guvaşên şer û kirîzên darayî û birrîna bûdceyê de ye, lê belê ber xwe daye û berxwedana wê jî vedigere bo wê çendê ku xwediyê doza xwe ya rewa ye û di ber de têkoşînê de dike û qurbaniyan dide.”

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, di civîna Barzanî û Carter de herwiha behsa rewşa siyasî û ewlehiya Sûriyê û herêmê bi giştî û plana rizgarkirina bajarê Mûsilê jî hat kirin.

Rudaw
Top