• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞ êriş kir ser rojhilat û rojavayê Mexmûrê

Gulan Media December 17, 2015 Nûçe
DAIŞ êriş kir ser rojhilat û rojavayê Mexmûrê
Serê sibehê çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûrê êrişî Pêşmerge kirin. Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êriş wan têk birin.
Cîgirê Fermandarê Hêza 2 ya Hêzên Pêşmerge Muqedem Ehmed Umer ji sînorê Baqirt ê rojhilatê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand: “Serê sibehê saet 05:30, çekdarên DAIŞê ji gundên Giraw, Pungîne û Riwale êrişî çeperên Pêşmerge kir, lê Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êrişa wan têk birin. Şer heta saet 08:00 berdewam bû.”

Derbarê ziyanên DAIŞê, Ehmed Umer wiha got: “9 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha hejmarek çek li şûna xwe hiştine.”

Herwiha li başûrê rojavayê Mexmûrê jî, DAIŞ li gundên Sultan Ebdullah, Carullah û Tilrîm jî êriş kiriye û çavkaniyekê ji nava Pêşmerge derbarê wê êrişî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wê êrişê dan.”

Derbarê ziyanên Pêşmerge, heman çavkaniyê wiha got: “Tenê 3 Pêşmerge birîndar bûne.”

Roja Çarşemê, çekdarên DAIŞê li eniyên Naweran, Başîk, Til Eswed, Xazir û Çiyayê Zertik bi otomobîlên bombekirî û hêzên bejayî êrişî çeperên Pêşmerge kirin û di encamê de çendîn Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, herwiha bi dehan çekdarên wan hatin kuştin.

Rudaw
Top