• Friday, 20 February 2026
logo

Li Girkê Legê Asayişê ahinga Roja Alaya Kurdistanê qedexe kir

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Li Girkê Legê Asayişê ahinga Roja Alaya Kurdistanê qedexe kir

Hêzên Asayişa Rojava ku wek Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) koma xelkê ku ahing bi boneya Alaya Kurdistanê li bajarokê Girkî Legê li parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, gerandoibûn jihev belav kirin.

Îro 17 Kanûnê ku roja Alaya Kurdistanê ye, hejmarek ji welatiyên bajarokê Girkê Legê li Rojavayê Kurdistanê xwestin bi vê boneyê ahingê bigerînin û Ala ya Kurdistanê bilind bikin û dilxweşiya xwe bi vê rojê derbirin, ew wilatî li ser bangewaziya Encûmena Xwecihî ya ENKSê li hev kombibûn jibo ku mezintirîn Alaya Kurdistanê li Rojava Kurdistnê bilind bikin. lê belê li gorî Malpera Welatî, 3 otombîlên agirkujê av li xelkê reşandin û ew ji hev belav kirin.

Encûmena xwecihî ya ENKSê li Girkê Legê dixwestin mezitirîn Alaya Kurdistanê ku bi dêrjiya 200 metroyî hatibû amade kirin, lê bi sedema astengiyên ku Asayişê ew li pêşiya wilatiyan derxistin nikarîbûn ahinga xwe bighînin serî.

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Alay a Kurdistanê, bi tenê wê wek Alaya Herêma Başûrê Kurdistanê didin nasîn, û li Rojavayê Kurdistanê Alayek ji 3 rengan bilind dikin, lê bêhtirê miletê herçar perçeyên Kurdistanê herwisa miletên Cîhanê Alaya Kurdistanê yak u niha li Herêma Başûrê Kurdistanê bi fermî tê hildan wê wek alaya Kurdan û Kurdistanê dinasin.

Basnews
Top