Amerîka çek da YPG û HSDê!
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) eşkere kir ku bi rêya bejahî re çek ji HSDê û şervanên YPGê re şandine.
Pentagonê her wiha ragihandiye, ew çek û cebilxane ji bo operasiyona bajarokê Şedadî yê Hesekê, ku niha di destê DAIŞê de ye, hatiye şandin.
Ev cara yekemîn e Amerîka bi rêya bejahî çekan dide şervanên YPGê û hêzên ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê şerê DAIŞê dikin.
Tê gotin ku Amerîka ew çek bi rêya Başûrê Kurdistanê re şandiye Rojavayê Kurdistanê. Ev îdia hîn nehatiye piştrastkirin.
Li gorî agahiyan, HSD xwe ji standina bajarokê Şedadê yê Hesekê re amade dikin. Şedad li başûrê bajarê Hesekê ye û dikeve navbera Dêrezor û Hesekê.
Berdevkê Pentagonê Steve Warren jî li ser operasiyona Şedadê gotiye, Şedad cihek stratejîk e û DAIŞ ji wir çek û hêz dişîne cihên din. Me beriya niha soz dabû ku em çek û cebilxanê ji wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin re bişînin.
Tê gotin ku çekdarên DAIŞê pê hisiyane ku HSD xwe ji girtina Şedadê re amade dike lewma dest bi qahîmkirina çeperên xwe kirine.
Pentagonê ragihandiye ku HSDê kariye di heyama çend hefteyên borî de nêzîkî rûberek mezin ji destê DAIŞê derxîne lewma Amerîka bi wê hêzê bawer e.
Rudaw
