• Friday, 20 February 2026
logo

Talebanî: Barekî giran dikeve ser milê Barzanî

Gulan Media December 18, 2015 Nûçe
Talebanî: Barekî giran dikeve ser milê Barzanî
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bi helkefta roja Ala Kurdistanê axivî û got, “Eger haya me ji me nebe Kurdistan dê ji hev belav bibe. Şerm e eger em nebin yek!”

Îro roja Ala Kurdistanê ye. Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Quabd Talebanî, bi vê helkeftê axaftinek kir.

Qubad Talebanî diyar kir ku derz û nakokî ketiye navbera kurdan ji ber wê jî pêwîstiya kurdan bi hêza Ala Kurdistanê ye ji bo ku wan bike ye. Talebanî wiha axivî:

“Nakokiyên partiyên siyasî û kirîzên siyasî û aborî bûne sedema çêbûna derzek kûr di nav me de. Neyarên me jî çi ji destê wan tê dikin ji bo ku me bişkênin…L aliyekî din pêşmergeyên me şehîd dibin, bi hev re şerê dijmin dikin, bi hev re Kurdistanê diparêzin ji ber wê jî şerm e eger em nekarin yek bin…”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li tevahiya partiyên siyasî kir, berjewendiyên xwe yên biçûk bidin aliyekî û xebatek ciddî bikin ji bo hevgirtina Kurdistanê.

Qubad Talebanî wiha domand: “Em îro nikarin yek nebin ji ber ku ne mumkin e. Ne divê em bixwe ji xwe re qebûl bikin ne jî ti kesekî din vê yekê qebûl dike… Divê em xwe ji hemû bûyer û pêşhatekê re amade bikin. Divê em tedbîrên xwe bigirin dema Iraqê ji hev belav bû, divê em nebin qurbana hevrikiyên herêmî…”

Talebanî derheqê bûyerên ku li Iraq û Rojhilata Navîn diqewimin, hişyarî da û got, “Eger haya me ji me nebe ne tenê yekparçebûna Iraqê namîne dê yekparçebûna Kurdistanê jî nemîne. Em tenê dikarin bi yekrêziyê li hember wan metirsiyan bisekinin. Yekrêzî jî tenê di bin ala Kurdistanê de çêdibe…”

Li gorî Talebanî, gelê Kurdisanê dikarin bi hev re tevahiya arîşeyan çareser bike û di vî warî de barekî giran û dîrokî dikeve ser her kesî, ji Serok Barzanî heta welatiyekî sade…

Rudaw
Top