Erdogan: Hûn dê di nav wan xendeqan de winda bibin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Konyayê beşdarî merasîma vekirina 72 tramvayan bû û tê de gotarek pêşkêş kir.
Recep Tayyip Erdogan bal kişand ser şer û operasyonên li bajarê Bakurê Kurdistanê û got: “Bi makineyên kar ên dewletê xendeqan vedikin û piştre jiyanê li welatiyên min ên kurd dikin zîndan.”
Erdogan anî ziman welatiyên li navçeyên şer û pevçûnan neçar dibin û koç dikin û wiha domand: “Fedî nakin û ji wan re dibêjin, çênabe hûn paş ve vegerin. Ew mirov dê paş ve vegerin. Lê hûn dê di nav wan xendeqên vekerî û wan avahiya da ji holî rabin.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Erdogan wiha ragihand: “Tevahiya hêzên me yên ewlekariyê heya ku ew herêm tên paqijkirin, aramî tê bicihkirin dê operasyonan berdewam bikin. Sekînandin nîne.”
Rudaw
