• Friday, 20 February 2026
logo

'Em keyfxweş in ku PDK serxwebûna Kurdistanê ragihîne'

Gulan Media December 17, 2015 Nûçe
'Em keyfxweş in ku PDK serxwebûna Kurdistanê ragihîne'

Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtbûroya YNKê daxuyakirin ku PDK serxwebûna Kurdistanê ragihîne ewê bi wê yekê keyfxweş bibin.

Îro (17.12.2015) Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtbûroya YNKê , li merasîmekê di bin navê ‘’Serxwebûna Kurdistanê, şkestina dirokî û erkên îro’’ de li bajarê Silêmanî hat darxistin, ku peyamnêrê BasNews ji amadebû, axivî û got; ‘’Em pê keyfxweşin ku Partiya Demokratê Kurdistan (PDK) serxwebûna Kurdistanê ragîhîne û em keyfxweş in ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî bi wî erkê rabe.’’

Di berdewama daxuyaniya xwe de Mela Bextiyar diyar kir ku; ‘’Her aliyekê serxwebûna Kurdistanê ragihîne emê li gel bin û pêşewaziyê lê bikin.

Mele Bextiyar herwiha got ku ew gelek keyfxweş bûye ku di dema seredana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkiyê bûye, Ala Kurdistanê bi fermî hatiya daliqandin.

Mela Bextiyar piştevaniya damezrandina devleta Kurdî dike, ku Mesud Barzanî li ser kar dike. Lê hin berpirs û rayedarên YNKê bi sebebên cûda dijayetiyê dikin. Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Şanaz Îbrahîm Ehmed Berpirsa Rêxistinên Derve ya YNKê diyarkiribû ku renge devleta Kurdistan ji aliyê devletên Tirkiyê , Suudî û Qeterê piştîwanî lê bê kirin û bi wî awayî dijayetiya xwe anîbû ziman.

Basnews
Top