• Friday, 20 February 2026
logo

Heşdî Şe’bî gef li mesîhiyên Bexdayê dixwe

Gulan Media December 17, 2015 Nûçe
Heşdî Şe’bî gef li mesîhiyên Bexdayê dixwe

Milisên Heşdî Şe’bî yên ku li ser mezheba Şîa ne gefan li mesîhiyên Bexdaya paytextê Iraqê dikin û dixwazin hemû ruserî girêbidin.

Îro serê sibê (17.12.2015) çekdarên Heşdî Şe’bî li ser deriyên malên Mesîhiyan û cîhên pîroz ê wek Kerade, Keradeya Meryem, Kazimiye, Seydiye, Zîwne û Xedîr belavok û name li ser deriyan daliqandine û di wan belavokanda hatiye diyarkirin ku hemû Mesîhî divê li gorî dînê Îslam tewbigerin.

Çekdarên Heşdî Şe’bî li gel wan belavokan çend wêneyên dayîka Hz. Îsa, Hz. Meryem ji li dîwarên Kîlîseyan dane û nîvîsandine ku ‘’Meryem a paqij bi rûserî bû’’ û keçên Mesîhî jî pêwîste bi rûserî bin.

Li gorî agahiyên çapameniya Iraq, hemwelatiyen Mesîhî van gefane wek destdrêjî liser azadiya ol û ramanê xwe dinirxînîn û nebûn û lewaziya devletê û qanûnan wek sedemê sereke yê van pêkaninan dibînîn.

Piştî van pêkanîn û gefên li ser Mesîhiyan li Bexdayê, bi deh hezaran hemwelatiyên Mesîhî berê xwe didin Kurdistanê.

Ew Mesîhiyên ku koçberbûne û hatine Başurê Kurdistanê her wek hemwelatiyên Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê bi awayek azad baweriyên xwe yên olî û ayinî pêk tînin.

Basnews
Top