• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 16, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê dastanên îro yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û şikestina çekdarên DAIŞê de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa hûrgiliyên serkeftinên Pêşmerge yên îro hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, Hêzên Pêşmerge li çend eniyên cuda êrîşên DAIŞê têkşikandin, bêhtir ji 70 terorîstî jî hatin kuştin û 11 otomobîlên bombekirî hatin teqandin.

Êrîşê çekdarên DAIŞê li eniyên Naweran, Başîk, Til Eswed, Xazir û Çiyayê Zerdik bûn, lê hemû êrîş hatin têkşikandin.

Encûemna Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, êrîşên DAIŞê yên îro hewldanek bê bo şikandina hêlên bergiyê yên Hêzên Pêşmerge, piştî şikestina wê rêxistina radîkal li ser destê Pêşmergeyan.

Daxuyaniyê amaje bi beşdariya firokeyên hevpeymaniya navdewletî di şerên îro de kiriye, ku bi alîkariya firokeyan 11 otomobîlên bombekirî hatin jinavbirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, çekdarên DAIŞê dixwestin xendekên ku Pêşmergeyan kolandine dagirin, lê ew hewla wan jî serneket.

Encûemna Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir jî ku, hewldanên Pêşmerge berdewamin ji bo rêgirtin li gehiştina alîkariyan ji Sûriyê bi çekdarên DAIŞê, bi taybetî li ser rêya 47 ya navdewletî.

K24
Top