Ehmed Kanî: Amerîka, Tirkiye û welatên Ewropayê piştgirî didin Barzanî
Berpirsê Pêwendiyên Nîştîmanî û Iraqî yên PDK’ê Ehmed Kanî ragihand ku divê hemû partî û aliyên Kurdistanê, berjewendiyên xwe yên hizbî daynin aliyekê.
Berpirsê Pêwendiyên Nîştîmanî û Iraqî yên PDK’ê Ehmed Kanî derbarê geşedanên li navçeyê bo BasNews axivî. Kanî amaje bi serdana Barzanî ya Erebîstan û Tirkiyê kir û got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, yek ji siyasetmedarek diyar ê navçeyê ye û Erebîstan û Tirkiye jî bi giringî ligel wî danûstandinan dikin.’’
Ehmed Kanî diyar kir ku niha bi giştî li Rojhilata Navîn reşek nû derketiye hole û di nava vê rewşê de jî welatên mezin, bi taybet jî Amerîka, Tirkiye û welatên Ewropayê, dixwazin Mesûd Barzanî li ser erkê xwe bimîne.
Kanî daxuyand ku herêm bi giştî ji qonaxek hestyar re derbas dibe û lewma divê hemû partî û aliyên Kurdî, berjewendiyên xwe yên hizbî nexin pêş berjewendiyên neteweyî.
Berpirsê Pêwendiyên Nîştîmanî û Iraqî yên PDK’ê balkêşande ser wê yekê ku di dema serdana Barzanî ya Enqerê de, ala Kurdistanê hatiye pêşwazîkirin û got ku siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdan hatiye guhertin.
Derbarê mijara leşkerên Tirkiyê yên li Başîqa jî Kanî got: ‘’Her çendpêwendiya me bi vê karê ve nebe jî, em dixwazin bibin beşek ji çareseriyê. Me navê em bibin aliyek nava gengeşiya di navbera Iraq û Tirkiyê. Ewên ku alîkariyê bidin me dostên me ne. Li Iraqê tenê leşkerên Tirk nînin, leşkerê welatên dinjî hene.’’
Basnews
