DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 şehîd
Rayedarekî Pêşmerge li devera Keskê ya Mûsilê ji Rûdawê re got, îro danê 6 çekdarên DAIŞê xwe di nav pêşmergeyan teqandin.
Wî rayedarê Pêşmerge got, 3 ji wan çekdaran karîn xwe di nav tîmek Pêşmerge de biteqînin lê 2 jê beriya ku xwe biteqînin, ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin, yek ji wan jî beriya were kuştin, xwe teqand û hat kuştin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê bûyerê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku DAIŞ li devera Keskê û wê eniyê pir lawaz bûye û hêza wê ya şer nemaye lewma neçar dimîne zêdetir êrişên xwekujî bike û sûdê ji rewşa hewayê bibîne.
Rudaw
