• Friday, 20 February 2026
logo

Sengawî: 18 hezar pêşmergeyên Gorranê heye!

Gulan Media December 15, 2015 Nûçe
Sengawî: 18 hezar pêşmergeyên Gorranê heye!
Fermandeyê Pêşmerge û endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî li dijî wê derket ku Tevgera Gorran hêza çekdar ava bike û got, 18 hezar çekdarên wan hene vêca çi dixwazin!

Endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî, ku niha li eniya şer fermandehiya Pêşmerge jî dike, li ser hewlên Gorranê ji bo avakirina hêza çekdar ji Rûdawê re got, avakirina hêza çekdar hêsan nîne çimkî bûdceyek mezin jê re lazim e.

Mehmûd Sengawî diyar kir ku Gorran nikare hêza çekdar ava bike û got, ew bixwe jî bawer nakin bikarin vê yekê bikin lewma rayedarên Gorranê li dijî avakirina hêza çekdar derketine.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku di hilbijartinan de 18 hezar Pêşmerge dengê xwe dan Gorranê ev jî tê wê wateyê ku Gorran xwedanê 18 hezar çekdar e.

Derheqê yekbûna hêzên PDK û YNKê ku wek hêzên 80 û 70 tên nasîn jî wî rayedarê YNKê got, ew hêz ti carî nabin yek. Çareya wê yekê jî ew e ku hêzek nû were avakirin û hêzên her du partiyan jî hêdî hêdî bên malnişînkirin.

Rudaw
Top