• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Barzanî jî ji PKKê aciz e!

Gulan Media December 14, 2015 Nûçe
Erdogan: Barzanî jî ji PKKê aciz e!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku wî û Barzanî behsa PKKê kirine û got, ew jî ji PKKê aciz e!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dema ji Tirkmenistanê vedigeriya, li nav balafira xwe de bersiva pirsên rojnamevanên Tirk da.

Erdogan derheqê naveroka hevdîtina xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, ku roja 9ê vê mehê li Enqerê pêk hat, agahî da û got, me li ser PKKê jî axivî û nêrînên xwe anî ziman. Ew jî ji PKKê aciz in.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, beriya niha gotibû, di nav HDPê de hinek kes alîgirtiya Erdogan dikin. Erdogan di bersiva vê pirsê de ku gelo ew kes kî ne? got, ez nizanim kî ne lê hûn ji min baştir dikarin texmîn bikin ew kî ne.

Derheqê hêza Tirkiyê ya li li devera Başîkê ya Mûsilê bicîh bûye û şikayeta Iraqê li dijî Tirkiyê jî Erdogan got, hûn dizanin Rûsya jî gilî kir lê Encumena Asayişê ya NY red kir. Niha jî Iraq gilî dike. Ez bawer im dê Iraq jî heman bersivê werbigire ji ber ku hebûna hêzên me li wir ne mîna ti welatekî din e. Tehdîda DAIŞê û rêxistinên din ên terorê li ser me heye. Başîk di bin kontrola hikûmeta navendî de ye, beşek ji wê deverê jî di bin kontrola Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) de ye. Hêzên me yên ku perwerdeyê didin, li wir in. Heta tehdîd li ser me hebe ew dê li wir bimînin.

Rudaw
Top