• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî: Bêyî Ocalan nabe!

Gulan Media December 14, 2015 Nûçe
Barzanî: Bêyî Ocalan nabe!
Hat zanîn ku du caran firsend çêbûye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rêberê PKKê Abdullah Ocalan bibîne lê wî nexwestiye Ocalan di girtîgehê de bibîne!. Herwiha Barzanî ji rayedarên Tirkiyê re gotiye, aştî bêyî Ocalan nabe.

Heftenameya Rûdawê, di hejmara xwe ya nû de, ku îro ket ber destê xwendevan û hogirên xwe, li ser zarê birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan eşkere kiriye ku du caran firsend ji Barzanî re çêbûye Ocalan bibîne lê wî nexwestiye di girtîgehê de Ocalan bibîne.

Li gorî Osman Ocalan, Barzanî wiha gotiye: “Rayedarên Tirkiyê ji min xwestin ez Ocalan bibînim lê min nexwest ez wî di girtîgehê de bibînim. Min ji re got eger hûn Ocalan berdin ezê wî bibînim û pê re li ser pêvajoya aştiyê qise bikim çimkî aştî bêyî Ocalan nabe…”

Siyasetmedarê Başûrî û dostê nêzîkî PKKê û Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Barzanî karekî baş kiriye. Ma qey dibe Serokê Herêma Kurdistanê di nav girtîgehê de Ocalan bibîne? Divê ew li derveyî girtîgehê hev bibînin.

Pêncwênî bang li Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir ku rola xwe di berdana Ocalan de bilîzin.

Li gorî wî siyasetmedarê nêzîkî PKKê, Amerîka li ser wê yekê dixebite ku carek pêvajoya aştiyê zindî bike û bide destpêkirin.

Di serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî de bo Tirkiyê, hatibû îdiakirin ku Barzanî bi Ocalan re hevdîtin kiriye lê Barzanî ev yek red kiribû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî beriya ku here Tirkiyê bi Osman Ocalan re rûniştibû.

Rudaw
Top