• Friday, 20 February 2026
logo

Asayişa Dêrikê gundek dorpêç kiriye û davêje ser malan

Gulan Media December 14, 2015 Nûçe
Asayişa Dêrikê gundek dorpêç kiriye û davêje ser malan
Hêzên Asayişa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gundê Siwêdiyê yê ser bi Dêrkê ve dorpêç kirine û davêjin ser malan û xelkê digirin.

Li gorî zanyariyên taybet, ku ji gundê Swêdiyê gihiştine destê Rûdawê, duhî li gundê Swêdiyê, yê ser bi Dêrikê ve, Asayişê hejmarek ji ciwanên gundê Swêdiyê girtin.

Jêdereke taybet ji Rûdawê re got ku 9 ciwanên vî gundî ji aliyê asaişê ve hatin girtin, êdî malbatên wan ev kar qebûl nekir û ciwanên xwe ji destê asayişê derxistin, lê bi şevê Asayişê girtin ser gund, elekitrîk qût kirin û 16 kes girtin.

Li gorî heman jêderê, mebesta asayişê ji girtina wan ciwanan ew bû ku wan bibine leşkeriya neçar, lê malbatên wan ev yek qebûl nekirin.

Herwiha îro saet 5ê serê sibeha, asayişê gundê Swêdiyê dorpêç kir û hêj ew dorpêçkirin û girtina xelkê berdewam dike.

Heman jêderî tekez kir ku di nava girtiyan de keçeke 7 salî bi navê Sabîn Elî Elî heye. Herwiha di nava hêzên ku davênin ser malan de, erebên eşîra Şerabî û mesîhî jî hene.

Navê kesê ku heta niha hatine girtin:

Zenka Elî
Mihemed Cundî
Xezal Mistefa
Cemîl Husam
Salih Cundî
Salih Bedir ligel hevjîna xwe
Xalid Hesen
Salih Esaf
Xeşman Carellah
Mihemed Mistefa
Hesen Heusam
Mihemed Beşar
Hikmet Nîimet
Ebdulkerîm Elyan (Muxtar)
Dilber Cundî
Elî Cundî
Rodî Hesenn Feqe
Mîzer Elyan
Omer Ibrahîm /ligel malbata xwe/
Behzad Xelîl Hesen
Elî Eslan
Ebdulrehman Qado /ligel malbata xwe/
Fatima Elyan

Rudaw
Top