Civîneke girîng- Amerîka, Tirkiye û Herêma Kurdistanê
Fûad Husên ji Rûdawê re ragihand: “Armanca civînê zêdekirina hevahengiyê ye di navbera hersê aliyan de bo şerê li dijî DAIŞê.”
Husên derbarê vê mijarê de wiha got: “Haya Hikûmeta Iraqê ji civînê heye û dibe ku li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.”
Derbarê kontrolkirina bajarê Mûsilê jî, ku ev sal û nîvek di destê DAIŞê de ye, Fûad Husên ragihand: “Divê xwendineke baş ji wî bajêrî re were kirin û divê em alîkariya Artêşa Iraqê bikin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Artêşa Iraqê hêj ji aliyê leşkerîve ji şerê Mûsilê re neamade ye. Dema şerê Rûmadî bi dawî were, dê Artêşa Iraqê amade bibe û Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî dê alîkariya wan bikin.”
Rudaw
