Merkel: Alîkariyên me bo Kurdistan û Pêşmerge wê berdewam bin
Rawêjkara Elmanya Angela Merkel diyar kir ku Pêşmergeyan karîne li hember DAIŞ’ê serkeftinê tomar bikin û welatê wê jî di vê yekê alîkarî daye Herêma Kurdistanê.
Rawêjkara Elmanya Angela Merkel carek din palpiştiya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ragihand û diyar kir ku Pêşmergeyan kariye li hember DAIŞ’ê serkeftinê tomar bikin.
Merkel ji rojnameya Augsburger Allgemeine re ragihandiye ku nabe ku alîkariyê bidin hikûmeta Sûriyê, jiber ku hikûmeta Esed bombeyan li ser gelê xwe de dibarîne û welatiyên sivîl dikûje.
Merkel gotiye ku rola Esed di paşeroja Sûriyê de nemaye û ji bo paşeroja vî welatî jî dibe bi opozîsyona siyasî ya vî welatî re guftûgo bê kirin.
Angela Merkel derbarê beşdarbûna operasyonên li dijî DAIŞ’ê de jî ragihandiye ku herçend ji bejayî ve li hember rêxistina terorê operasyonan encam nedin jî, lê bi çek û rawêjkarên leşkerî alîkariya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge beşdarê tekoşîna li dijî terorê dibin.
Merkel herwiha diyar kiriye ku bi van alîkariyan Pêşmerge jî kariye li dijî DAIŞ’ê serkeftinê tomar bike û ligel deverên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xelk vegerin malên xwe.
Rawêjkara Elmanya herwiha diyarkiriye ku ew dê alîkariyên xwe yên ji bo Kurdistanê û Pêşmerge berdewam bikin.
Basnews
