‘Barzanî daxwaza başkirina rewşa Ocalan kiriye’
Nûnerê HDP’ê yê Başûrê Kurdistanê Abid İke diyar kir ku ew serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyê û hevdîtinên wî yên ligel partiyên Kurdî giring dibînin.
Abid İke bo BasNews ragehand ku weke HDP’ê ew serdana Serdana Mesûd Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya ligel partiyên Kurdî erênî û girig dibînin û got: ‘’Em hêvî dikin ev yek bibe ji bo ji nûve destpêkirina proseya şatiyê jî bibe vesîleyek.’’
İke da zanîn ku beriya niha jî Ocalan bi rêya parlamenterên HDP’ê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê name şandiye û diyar kir ku Barzanî jî ji hikûmeta Tirkiyê xwestiye ku rewşa jiyan û tendûrûstiya Ocalan bê baştir kirin.
Nûnerê HDP’ê Abid İke daxuyand ku piştî ku hevdîtinên şandên HDP’ê yên ligel İmralî hatin astengkirin ti şandek HDP’ê jî serdana Qendîlê nekiriye.
Basnews
