• Thursday, 19 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê 2 welatî kuştin

Gulan Media December 12, 2015 Nûçe
Balafirên Tirkiyê 2 welatî kuştin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu got, balafirên Tirkiyeyê 2 welatiyên şirnexê kuştin.

Parlamenterê HDPê Ferhat Encu ser hesabe xwe yê Twitterê ragihand di encama bombebarankirina balafirên Tirkiyeyê de 2 welatiyên ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Ferhat Encu di hesabê xwe yê Twitterê de wêneyên welatiyên bi navê Hurşit Olmez û Macit Olmez parvekir û amaje kir ku herdu welatî di encama bombebarankirina balafirên Tirkiyê de hatine kuştin.

Encu di bin wêneyên herdi welatiyan de wiha got: “Qetlîama Robozkiyê berdewam dike. Hurşit Olmez û Macit Olmez yên di encama bombedimarkirinê de jiyana xwe ji dest dane…”

Hat gotin herdu welatê duh êvarê ji bo bazirganiyê çûbûn ber sînor.

Hurşit Olmez û Macit Olmez ji gundê Şîfrezan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ne.

Rudaw
Top