• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokerkanê Pêşmergeyan hişyarî da Tevgera Goran

Gulan Media December 12, 2015 Nûçe
Serokerkanê Pêşmergeyan hişyarî da Tevgera Goran
Piştî ku alîgirekî tevgera Goran pêşniyara pêkanîna yekîneya 90 kir, weke hêzeke çekdar bo partiya xwe, duh endamekî Civata Niştîmanî ya Goran li Çemçemal, got ku gaveke piraktîkî bo wê hêzê hatiye avêtin.

Di vê derbarê de, Serokerkana hêza Pêşmerge yê Kurdistanê hişyarî da û ragehand, li gorî yasayê ti kesek nikare hêzeke çekdarî ji derveyî Wezareta Pêşmerge ava bike.

Li gorî zanyariyan endamê Civata Niştîmanî ya Goranê Ebdulla Kwêxa Mubarek li Çemîemalê, dest bi avakirina wê hêzê kiriye bo Tevgera Goran û ta niha 5 çekdaran bi rengekî xwebexiş pêwendî bi wî re kirine.

Sebaret hebûna hêzên 70 û 80 ê, ku bi hêzên Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Partiya Demkrat a kurdistanê tên danîn, Mubarek got: “Ew her du hêz beriya niha jî hebûn û tenê ev du partî yên xwedî hêz bûne, bi yasayê divê bêne ser Wezareta Pêşmerge, loma nabe ti hêzeke din ya çekdar bê avakirin”.

Herwiha serokê Komîteya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê, ragehand ku ew dixwazin hêzên 70 û 80ê nemînin û bikevin ser Wezareta Pêşmerge û ew ligel avakirina ti hêzeke din ya çekdarî nîne.

Endamê Parlementoya Kurdistanê Arî Hersî, taybet bi malpera K24ê re ragehand, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî helwêsta xwe be û rê nede bo avakirina wê.

Hersî derbarê yekgirtina hêzên Pêşmerge jî got: “ Serokê Herêma Kurdistanê, ev demeke biryara wê çendê daye ku divê hêzên Pêşmerge hev bigirin û gerek bû hevaLên Goran jî di vê derbarê de alîkariya wan kiriba, neku hêzeke din ava bikin.”

Parlemantarê Kurdistanê ji Firakisyona Tevgera Goranê Bêstûn Fayeq, bo K24ê ragehandibû, “Avakirina hêzê, tenê nêrîna taybet a çend kesên nêzî Goranê ye, belê hewla piraktîkî bo wê çendê nayê kirin û tenê di çarçova pîşniyazê de ye, Goran jî tenê di çarçova tevgereke sîvîl de dê bimîne.”

K24
Top