• Thursday, 19 February 2026
logo

Aloziya Başîkê- Bexda li cem Encumena Ewlekariyê gilî kir

Gulan Media December 12, 2015 Nûçe
Aloziya Başîkê- Bexda li cem Encumena Ewlekariyê gilî kir
Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê bixe ser Enqere da ku hêza xwe ji Mûsilê vekişîne. Herwiha dibêje, hatina wê hêzê binpêkirina qanûna navdewletî ye.

Balyozê Iraqê li Amerîka Mihemed Elî Hekîm nameyek ji Serokatiya Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û tê de daxwaz kir ku Tirkiye bilez hêza xwe ji Iraqê vekişîne û careke din serweriya Iraqê binpê neke.

Di nameya balyozê Iraqê de hatiye ku, “Tişta ku Enqere kiriye, binpêkirina yekperçeyî û serweriya Iraqê ye.”

Hefteya borî di şeva 4ê Befranbarê de leşkerên tirk sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê derbas kirin û li bajarokê Başîkê ya girêdayî Mûsilê bicih bûn.

Tirkiyê li gundê Zelikan a Başîkê binkeyeke leşkerî heye ku piştî êrişên DAIŞê û ketina bajarê Mûsilê, bi rêkevtin ligel Bexdayê û hikûmeta xwecihî ya Mûsilê li wê binkeyê perwerdeya leşkerî dide çekdarên erebên sunî ku jê re Heşda Niştimanî tê gotin.

Derbaskirina sînorê Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ve û bicihbûna wan li derdora Mûsilê, rastî nerazîbûnên tund ên Hikûmeta Iraqê hat û Bexdayê bertekên tund nîşan dan.

Rayedarên Iraqê di vê bareyê de daxuyaniyên tund dan û daxwaza demildest derketina leşkerên tirk ji axa Iraqê kirin.

Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kiriûb, ku demildest leşekrên xwe paşve vekişîne û bo derketina wê hêza tirk 48 saet muhlet diyar kiribû, lê belê ew muhlet jî bi dawî hat û Enqerê guh neda dxawaz û gefên Bexdayê.

Rudaw
Top