• Thursday, 19 February 2026
logo

“Îran hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne!”

Gulan Media December 12, 2015 Nûçe
“Îran hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne!”
Hat gotin ku Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê kiriye, Amerîka jî ji wê yekê kêfxweş e!

Malpera amerîkî ya ”Bloombergview”, li ser zarê rayedarên amerîkî û rojavayî ragihandiye, Îran hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina rêjîma Beşar Esed, çûbûn Sûriyê û li dijî neyarên Şamê şer dikirin, vedikişîne.

Li gorî wê malperê, sedema ku Îran hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne ew e ku di van demên dawî de bi dehan pasdar û besîcên îranî di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Li gorî nûçeya wê malperê, hêzên Îranî yên li Sûriyê şer dikirin, ji “7 hezaran daketiye 700 kesî” û Serokê Amerîka Barack Obama jî ji derketina hêzên îranî li Sûriyê kêfxweş e.

Di havîn û payîza îsal de, bi dehan pasdar û besîcên îranî di şerê Sûriyê de hatin kuştin, di nav wan de fermandeyên mezin jî hebûn ku yek ji wan pasdarê bi navê Husên Hemedanî bû ku ji ber mezinbûna wî rêberê Îranê çû mala wî û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Herî dawî, şêwirmendê rêberê Îranê, Elî Ekber Vilayetî çûbû Şamê û bi Beşar Esed re rûniştibû. Vilayetî gotibû, Îran ne di warê siyasî de ne jî di warê leşkerî de, pişta Esed bernade.


Rudaw
Top