Li Wanê rûdana trafîkê; 11 kes mirin
Li ser rêya Wan û Erdîşê mînûsbîsa xwendekaran û kamyonek li hev qelipîn û di encam de 11 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li Wanê rûdanekê trafîkê yê weke komkujiyê pêk hat. Îro danê sibê di demjimêr 08:30’î de li ser rêya Wan û Erdîşê, mînûbîsa xwendekaran û kamyonelk li hev qelipîn. Di encam de 11 kesan jiyana xwe jidest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, di minûbîsê de xwedekarên ku ji navçeya Çaldiranê ji bo ezmûnên fakûlteya perwerdehiyê dihatin Wane hebûn. Herwiha hate zanîn ku piraniya kesên jiyana xwe jidest dane xwendekarin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê. Derbarê rûdanê de lêpirsînê destêkir.
Basnews
