HDP: Me ligel Barzanî behsa hemhingiya dinavbera Kurdan de kir
HDPê derbarê hevdîtina şanda xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek belav kir.
HDPê da zanîn ku hevdîtin nêzî demjimêrek ajotiye û di hevdîtinê de geşedanên li navçeyê, rewşa Sûriyê, gefa DAIŞê û mijara hevgirtin û pêwendiyên di navbera Kurdan hatine nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya gera xwe ya Enqerê îro ligel şandek HDPê civiyabû. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de parlamenter Osman Baydemîr, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Leyla Zana, Cîgirê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur û Hevserokê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk jî amadebûn.
Basnews
