Til Temir: Hejmara qurbaniyên êrîşên doh zêde dibe
Di êrîşên doh yên li Sukul Hal, Kolana Filistîn û ber nexweşxaneyê de, heta niha 20 kesan canê xwe ji dest daye û zêdeyî sed birîndar hene.
Hejmara kesên di êrîşên doh êvarê yên Til Temirê bi sê tankerên bombebarkirî de canê xwe ji dest dan, zêde dibe. Di êrîşên li Sukul Hal, Kolana Filistîn û ber nexweşxaneyê de, heta niha 20 kesan cane xwe ji dest daye û zêdeyî sed birîndar hene.
Çekdarên DAIŞê duh êvarê saet 17:20an êrîş kirin û di encama van her sê êrîşên bi tankerên bombebarkirî de, gelek mal û kargehên li derdorê hilweşiyan.
Li gor ANFê, kar û xebatên ji bo rizgarkirina mirovên di bin avahiyan de mane, berdewam in. Mirovên di êrîşê de birîndar bûn li nexweşxaneyên Serêkaniyê, Hesekê û Qamişloyê tên dermankirin.
K24
