Wezîrê DAIŞê hat kuştin
Nûnerê Taybet ê Obama diyar kir ku di êrişa balafirên hevpeymanan de Wezîrê Aborî yê DAIŞê Ebû Selah hatiye kuştin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê piştrast kir ku, di êrişeke hewayîya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Wezîrê Aborî yê DAIŞê Ebû Selah hatiye kuştin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di twittekê de li ser hesaba xwe ya fermî ragihandiye, di çarçoveya operasyonên hevpeymanan bo jinavbirina DAIŞê de, Wezîrê Aborî yê DAIŞê û 2 alîkarên wî di êrişeke balafirên hevpeymanan de hatin kuştin.
Basnews
