• Thursday, 19 February 2026
logo

Civînek berfireh li ser pirsa Şingalê

Gulan Media December 11, 2015 Nûçe
Civînek berfireh li ser pirsa Şingalê
Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîneke berfireh de ku, bi minasibeta roja cîhanî ya qurbaniyên cînosîdayê ji aliyê fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo komîteya balaya bi cîhanê nasandina komkujiya êzidiyan û pêkhateyên din yên neteweyî û olî saz kiribû, got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji aliyên navdewletî kiriye ku ji bona gihanidna dosyeya komkujiya Şingalê û deverên din yên Kurdistanê yên ku ji aliyê terorêstên DAÎŞ ve hatine encamdan bo aliyên cîhaniyên peywenîdar û bi fermî naskirina wan tawanan weke cênosîda alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Mihemed Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di nav xebatên berdewam de ye daku fişarî bixe ser hikûmeta Îraqê bibe endam di dadgeha navdewletî de û daxwazê ji civata ewlekariya navdewletî kiriye ku dosyeya Şingalê li ser asta navdewletî bê bas kirin û qurbaniyên wan tawanan ji aliyê madî û manawî ve bên qerbûkirin.

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiryan ku ew di heman demê de serokê komîteya balaya bicînosîda naskirina komkujiya Şingalê ye di axavtina xwe de behsa wan tawan û tevkujiyên ji destpêka dirustbûn dewleta Îraqê û heta nuha bi ser gekê kurd de hatine kir û eşkere kir ku hikûmeta Îraqê bi tu awayî bi berpirsiyariya xwe ya niştimanî li hember wan tawanan ranebûye.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di gotara xwe de ragehand ku yadkirina vê rojê ji bo Kurdistanê giringiyeke taybet heye ji ber ku gelek komkujî bi sere gelê Kurdistanê de hatine.

Mistefa got ku hikûmeta herêma Kurdistanê hewilên berdewam dide daku tawanên bi wî awayî careke din bi ser gelê kurd nehên û Kurdistan hertim li dijî terorîstan bixebite û tu carî wan tawanan ji bîr nake û dê bi rêyên qanûnî heyfa xwe hilîne.

Di vê civîna berfireh de gotara Neteweyên Yekgirtî û çend gotarên din hatin pêşkeş kirin.

Weke tê zanîn Neteweyên Yekgirtî di 28 tevaxa 2015ê de di 69mîn civîna xwe de roja 9ê çileya paşîn bi roja cîhanî ya qurbaniyên cênosîda destnîşan kir.

Top