Lavrov: Tirkiye çima kurdan bombebaran dike?
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku çima Tirkiye mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, digel ku Tirkiye endamê koalisyona navneteweyî ye jî li Sûriyeyê mutefîqên Amerîkayê kurdan bombe dike û tu kes nabêje çima.
Li gor nûçeya Sputnikê, Lavrov ji çapemeniya Îtalyayê re ragihandiye ku yek ji hêza ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞê tekoşîna bejayî dide hêza kurdan e. Amerîka hem hêza kurdan perwerde û hem jî bi çek dike. Lê Tirkiye kurdên Sûriyeyê bi piranî jî hêza PYDê wekî dijmin dibîne. Ji bo vê divê mirov vê xalê fêhm bike, Tirkiye endamê koalîsyonê ye û bi Amerîkayê re hevkar e û Tirkiye bi qasî ku kurdên mutefiqê Amerîkayê bombe dike hewkasî terorîstan bombe nake.
Sergey Lavrov di berdewama axaftina xwe de gotiye, divê em di tekoşîna dijî terorîzmê de hestên xwe yên şexsî deynin aliyekî û guh nedin standardên dualî.
