Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê re hevdîtin dike
Serok Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, îro jî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Îsmet Yilmaz re hevdîtin dike.
Civîna Barzanî û Yilmaz li avahiya Wezareta Berevaniyê û saet 11:00 bi dema Kurdistanê dest pê kir.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî û Yilmaz dê li ser şerê DAIŞê û hemahengiya navbera Kurdistan û Tirkiyê di wî warî de her wiha li ser kirîza Baîkê, ku ji ber hêzên Tirk derketiye, gotûbêj bikin.
Barzanî dê piştî wê civînê, bi siyasetmedar û rayedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê re jî rûnê.
Rudaw
