Davutoglu: Hatina Barzanî peyamek e bo hemû kesan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku di serdemek giring de pêşwaziya Mesûd Barzanî kirine û ev serdan jî peyamek e bo hemû kesan. Davutoglu got ''Ji bo ku em bi DAIŞê re nebin cîran divê Hewlêr bi hêz be.''
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu got ku wan di heyameke bi nîqaş û giring de mazûvantiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzaniyê kiriye, ev yek ji bo her kesê wekî peyamek e.
Davutoglu diyar kir ku hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê ji bo aramiya herêmê ye. Davutoglu got: "Hebûna me ya li Iraqê ji bo pêkanîna aramî û îstiqrara vê herêmê ye. Ji ber ku em naxwazin bi DAIŞê re bibin cîran. Ji bo ku em bi DAIŞê re nebin cîran divê Hewlêr bi hêz be. Em dê ji bo vê yekê her cure piştgiriyê hem bidin Iraqê hem jî Herêma Kurdistana Iraqê."
Davutoglu herwiha da zanîn ku wê îro Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan û Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu ve biçin Bexdayê.
Basnews
