Serokomarê Çek: Divê Tirkiye nebe endamê YE
Serokê Komara Çek Miloş Zeman li dijî beşdarbûna Tirkiyê yê Yekîtiya Ewropayê ye. Zeman dibêje ‘’Tirkiye hevpeymanê DAIŞ’ê ye.’’
Serokê Komara Çek Miloş Zeman li hember beşdarbûna Tirkiyê ya YE helwestek neyînî derbirî û got ku divê YE Tirkiyê weke endam hilnegre navxwe. Zeman li bakûrê welatê xwe ji berbijêrên xwe re axivî û rexneyên giran li Tirkiyê kirin.
Zeman îdîa kir ku Tirkiye ligel ku endamê NATO’yê ye lê piştgiriyê dide rêxistina DAIŞ’ê. Zeman got: ‘’Trkiye weke hevpeymanê DAIŞê tevdigere. Divê nebe endamê YE’yê.’’
Derbarê alîkariya darayî ya 3 milyar dolar ku YE ji bo penaberan dide Tirkiyê jî Miloş Zeman got: ‘’Ew hêza Tirkiyê heye ku alîkariyê bide penaberan. Jiber ku ola wan yek e.’’
Serokê Komara Çek ev yek jî anî ziman ku ew dizane wê piştî van gotinên xwe ji aliyê Tirkiyê ve jî bê rexnekirin.
Basnews
