Erdogan: Divê Bexda mafên Hewlêrê bide!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser rewşa Tirkiyê û Iraqê ji televîzyona El Cezîr Turk re axivî.
Erdogan li ser kirîza Başîkê got, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, sala 2014ê dema serdana Tirkiyê kir ji me xwest ku em hêzên wan perwerde bikin. Me jî li Başîkê kampek ava kir.
Erdogan ji helwesta Iraqê li hember hêzên Tirk ên li Başîkê nerazîbûn nîşan da û got, ez niha ji wan dipirsim; dema me li wir kamp çêdikir hûn li kuderê bûn? Heta niha çima we dengê xwe nedikir?...”
Serokomarê Tirkiyê behsa hebûna hêzên îranî li Iraq û Sûriyê kir û got, Îran û Iraq him li Iraqê him jî li Sûriyê, mezhebgeriyê dikin û sunniyan tengav dikin. li wan deran erebên sunnî hene, kurdên sunnî hene, tirkmenên sunnî hene. Gelo ewlehiya wan dê çawa be? Ew gavên ku Tirkiye davêje ji bo vê yekê ye.
Erdogan anî ziman ku demek dirêj Bexda mafên Herêma Kurdistanê zeft kiriye û got, mixabin em li Iraqê hikûmetek adil nabînin lê divê mafên Bakurê Iraqê yên ji dest wê çûne, bê dayîn.
Serokomarê Tirkiyê duh li Koşka Aksarayê pêşwazî li Serok Barzanî kiribû.
Rudaw
