• Thursday, 19 February 2026
logo

HDP û partiyên Bakurê Kurdistanê dixwazin Barzanî bibînin

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
HDP û partiyên Bakurê Kurdistanê dixwazin Barzanî bibînin

Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Enqera ragehand ku, Partiya Domkratiya Gelan (HDP) û çend partiyên kurdistanî yên din jî daxwaza dîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesû Barzanî kirine.

Nûnerê PDKê li Enqera Omer Mîranî ji ajansa Sondakika re ragehand: Nûnertiya HDPê û partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaz kirine ku Serokê Herêma Kurdistanê bibînin û ligel wî bicivin û got: “Heta niha ne diyare bê wê Barzanî ligel wan bicive an na.”

Duh 9 Kanûnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vexwendinek fermî serdana welatê Tirkiyê kir.

Basnews
Top