Çima Demîrtaş bilez ji Herêma Kurdistanê vegeriya Tirkiyê?
Hevserokê Partiya Demokratiya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li gel şaneg bilind ji partiya xwe, doh 8 Kanûnê serdana Herêma Kurdistanê kir, li gorî bernameya serdana wî gerek bû çend rojan bimîne û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û çend berpirsekî din jî bicive, lêbelê berî ku bernameya xwe temam bike, îro vegeriya Tirkiyê.
Demîrtaş hefteya derbasbûyî bi serdanekê çûbû Amerîka, hefteyê li wir mabû, piştî vegeriya Tirkiyê ligel serkirdayetiya HDPê civiya û piştre cû Amedê û ji wir ligel şandekê yekser hate Hewlêrê û ji Hewlêrê jî serdana Silêmaniyê kir.
Li gorî zaniyariyan dihate pêşbînî kirin ku Demîrtaş çend rojan li Herêma Kurdistanê bimîne û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend berpirsekî din bicive, lê belê serdana xwe nîço kir û vegeriya Tirkiyê, heta niha HDPê ti daxuyaniyek fermî derbarê vê yekê belav nekiriye, lê tê pêşbînî kirin ku HDPê daxuyaniyekê belav bike.
Herwiha li gorî zanyariyan ku doh 8 Kanûnê firokeyên şer yên Tirkiyê çiyayê Qndîl carek din bordûman kir, piştî ku ji roja xistina firokeya Rûsya bordûmana Qendîlê rawestiyabû, dihat pêşbînî kirin ku Demîrtaş serdana Qendîlê jî bike, lê dibe ku jiber bordûmana doh serdana xwe bo Qendîlê paşxistibe.
basnews
