Civîna Barzanî û Erdogan bi dawî hat
Roja 9/12/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Civîna navbera Barzanî û Erdogan kêlîkek berî niha bi dawî hat.
Barzanî li Koşka Serokomariya Tirkiyê li Enqerê ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera her du aliyan dest pê kir.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku niha li Enqerê ye, ragihand, Barzanî û Erdogan niha li Koşka Serokatiya Tirkiyê di civînê de ne.
Senger Ebdurehman got, civîna navbera Barzanî û Erdogan ji saet 19:40 dest pê kiriye.
Li gor malpera Serokokariya Tirkiyê, biryar bû civîna navbera Barzanî û Erdogan îşev di saet 19:30 de dest pê bike, lê belê li gor agahiyên peyamnêrê me civîn di saet 19:40 de dest pê bû.
Herwiha di çarçoveyên hevdîtinên xwe de, biryar Barzanî îşev bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re jî bicive.
Di berdewamiya geşta xwe y abo Tirkiyê de, biryar e sibe pênşemiyê jî Barzanî ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Ismet Yilmaz hevdîtinekê pêk bîne û şerê li dijî terorê bi taybet jî şerê li dijî çekdarên DAIŞê bi wî re gotûbêj bike.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dê bi partî û aliyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê re jî bicive.
Li gor bernameya serdanê, biryar e sibe saet 16:00 Mesûd Barzanî bi aliyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê re hevdîtinê bike û pirsa aştiyê di navbera Hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê mijara sereke ya danûstandinên Barzanî û rayedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê be.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya bo Tirkiyê de, dê derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêwedniyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pirsa gaza xwezayî ya Kurdistanê de bi rayedarên Enqerê re danûstandinan bike.
Rudaw
