Nûnertiya Kurdistanê li Ewropa li ser pûlan wêneyê ala Kurdistanê bikar tîne
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, ji bo nameyên xwe pula ku ala Kurdistanê li ser e, bikar tîne.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand ku, ew ji bo nameyên xwe yên di karên tevahiya Ewropayê de pula ku ala Kurdistanê li ser e, bikar tînin.
Ajgeyî got Fermangeha Postayê daxwaz kirine ku di nameyên xwe de dikarin pûla xwe bikar bînin û wan jî biryar dane ku wêneyê pûla wan ala Kurdistanê be, herwiha fermangehê jî ev yek pesend kiriye.
Dîlawer Ajgeyî diyar kir ku bikararanîna Ala Kurdistanê wê bibe sedema nasandina Kurdistanê jî û got: ‘’Di dema serdanên şandên Ewropî de jî em Ala Kurdistanê weke diyarî didinwan. Bo wan dibêjin ev al, ala gelek xwedî dîrokek kûr û serwer e.’’
Basnews
