• Thursday, 19 February 2026
logo

Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî de

Gulan Media December 9, 2015 Nûçe
Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî de
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Enqerê û di pêşwazîkirina Barzanî de ala Kurdistanê jî hatibû danîn.

Barzanî gihîşt Enqerê û ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu ve hat pêşwazîkirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Di pêşwaziya Barzanî de ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê û ala Tirkiyê hatibû danîn.”

Barzanî dê bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu re hevdîtin bike.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqere ragihand: “Barzanî bi germî hat pêşwazîkirin û medyayên Tirkiyê bi giringî behsa vê serdana Barzanî dikin û dibêjin Barzanî xwedî pêgeheke bihêz e li navçeyê, lewma dê civînin wî ligel berpirsên Tirkiyê pir girîng bin.”

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, “Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihandibû ku, îro yek ji giringtirîn û birêztirîn mêvanên Tirkiyê tê Enqere.”

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên din jî bi Barzanî re çûne Tirkiyê.

Rudaw
Top