• Thursday, 19 February 2026
logo

KRÎZA BAŞÎKê - Iraqê ambargo danî ser Tirkiyê

Gulan Media December 8, 2015 Nûçe
KRÎZA BAŞÎKê - Iraqê ambargo danî ser Tirkiyê
Li çend bajarên Iraqê wek bertek nîşandana ji bo hêza Tirkiyeyê ya li Başîkê, kelûpelên Tirkiyê hatin baykotkirin.


Meclîsa Parêzgariya Bexdayê îro biryara qedexekirina deranîna kelûpelên ji Tirkiyê û danîna peymaneke ligel şirketên tirk bi dengê piranî derxist.

Cîgirê Parêzgarê Musennayê Haris Lemhud di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ji ber ku Tirkiyeyê desthilatiya Iraqê binpê kiriye li çend bajarên Iraqê kelûpelên Tirkiyeyê hatine baykotkirin.

Haris Lemhud diyar kir ji ber nakokiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de rêkeftinên ligel şirketên tirk dê bên betalkirin.

Lemhud da zanîn ji ber rewşa niha ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li Bexda, Musenna, Diwaniyeyê biryara baykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê hat dayîn.

Derbarê vê yekê de aborînasê iraqî Ebdurrahman Meşhedanî jî ji Rûdawê re got, banga baykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê dê bandorek cidî li bazarê neke.

Ebdurrahman Meşhedanî anî ziman ew biryar di bin bandorek rewşa aloziyê de hatine standin û got ew bawer nake Hikûmeta Iraqê qedexe dane ser kelûpelên Tirkiyeyê.

Aborînasê iraqî herwiha amaje kir ku piraniya kelûpelên bazara Iraqê ji Tirkiye û Îranê tên û got: “Di deriyên sinorî de rê li ber vê yekê nayê girtin.”

Rudaw
Top