NATO pişta Iraqê girt – Bila Tirkiye ji Iraqê derkeve!
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand, îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê bnpêkirina serweriya Iraqê û hatina leşkerên tirk bo nav axa Iraqê de bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jen Stolenberg re gotûbêj kiriye.
Li gor daxuyaniyê, di vê têkiliya telefonî de Heyder Ebadî daxwaz ji Jen Stolenberg kir, ku hemû desthilatên xwe bo paşve vekişandina leşekrên Tirkiyê ji axa Iraqê bi kar bîne.
Jen Stolenberg jî ji Ebadî re gotiye, ku NATO rijd e li ser parastina serweriya Iraqê.
Stolenberg herwiha soz daye Ebadî ku derbarê hatina wê hêza leşkerî ya Tirkiyê de bi rayedarên Enqerê re gotûbêj bike û metirsiyên Iraqê ji hatina wê hêzê bigihîne berpirsên Tirkiyê.
Şeva 4ê Befranbarê leşkerên Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li bajarokê Başîkê yê girêdayî Mûsilê bicih bûn.
Rudaw
