Barzanî: Bexda û Enqerê lihev kiribûn
Îro li bajarokê Selahedîn, Barzanî û Wezîra Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier civiyan û piştî civînê konfranseke rojnamevaniyê lidar xistin.
Di wê konfransê de Barzanî behsa serdana xwe ya sibe bo Tirkiyê kir û ragihand: “8ê Mijdarê Serokomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji min re got em dixwazin ti serdana Enqerê bike û wê demê ez vexwendim welatê xwe, lê wê demê ji ber operasyona Şingalê derfeta min tine bû.”
Derbarê mijarên wê serdanê, Barzanî wiha got: “Emê hemû mijaran li wir gotûbêj bikin, lê mijara sereke ku rola Tirkiyê dê çi be di şerê li dijî DAIŞê de, bi taybetî piştî şandina hêza xwe bo Mûsilê bo perwerdekirina hêzên sunî li wê parêzgehê. Emê behsa wê yekê bikin ku, ewê çi rolekê bibînin û çawa bibînin, herwiha hevahengî di navbera wan û Bexdayê de hebe.”
Derbarê pêvajoya aştiyê jî, Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê pir girîng dibînin û em dixwazin berdewam be û nesekine. Bo wê pêvajoyê, eger derfet hebe bo em rolekê bibînin, bêguman emê bi wê rolê rabin.”
Herwiha derbarê hatina hêza Tirk bo Mûsilê, Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdwê de ragihand: “Beriya hatina wê hêzê, rêkeftin di navbera Enqere û Bexdayê de hatibû kirin û Herêma Kurdistanê ne aliyek bû di wê rêkeftinê de. Hatina wê hêza bo perwerdekirina hêzên sunî ye û ew mijar pir hat mezinkirin. Sibe emê wê mijarê li Enqere gotûbêj bikin.”
Rudaw
