Şandeke kurdî di kongreya Riyazê de beşdar e
Encumena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku beşdarbûna wan di nava Îtîlafê de be jî, her girîng e, ji ber ku wê hinek encam ji vê kongreyê derkevin.
Lê Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehatiye vexwendin û dibêje ti encam ji vê kongreyê dernakevin.
Ji ENKSê her yek ji Fûad Elîko, Mistefa Oso û Ebdulhekîm Beşar amade dibin. Her wiha Ebdulbasid Seyda wek kesayetiyeke serbixwe beşdar dibe.
Biryar e di vê kongreyê de şandeke yekgirtî bê pêkanîn, ji bo ku bi Hikûmeta Sûriyê re li Cinêva 3 di meha bê de gotûbêjan li ser krîza Sûriyê bike ku Cinêva 1ê bingeha çareseriyê ji wê krîzê re daniye.
Li gora Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, wê kongre ji dijbereya Sûriyê, 110 kesayetî û 16 grûpên çekdar û çend grûpên siyasî beşdar bibin.
Rudaw
