• Thursday, 19 February 2026
logo

Erebistana Siûdiye dê KURDISTANA SERBIXWE nas bike!

Gulan Media December 8, 2015 Nûçe
Erebistana Siûdiye dê KURDISTANA SERBIXWE nas bike!
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz re behsa dewleta Kurdistanê kiriye û got: A niha eger em dewletê rabigihînin, Erebistana Siûdiyê nabe asteng.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Erebistana Siûdiyê û encamên hevdîtina wî ligel Şah Selman bin Ebdulezîz û herwiha rewşa deverê û destwerdanên Amerîka û Rûsya di pirsên Rojhilata Navîn de kir.

Mihemed Hecî Mehmûd ragihand, destwerdana Rûsya li Sûriyê bû sedem ku siyasetên Amerîkayê bên guhertin û di encama wê yekê de jî dê di navbera salekê de guhertinên mezin li welatên wek Iraq, Sûrye û Lîbya û herêmê biqewimin.

Hecî Mehmûd herwiha tekez kir, pêwîst e kurd wan guhertinan bi awaykê baş bipîwin û nas bikin û wan derfetên ku tên bedrest, ji dest xwe nedin.

Ragirtina balansê ji aliyê kurdan ve

Sekreterê Giştî yê PSDKê amaje bi serdema Yekîtiya Soviyet a berê kir, ku hinek welat û partiyên komunîst di mêhwera Rûsya de cih digirtin û got: “Em wek kurd gerek siyasetekê wisa birêve bibin ku em di ti eniyan de cih negrin û nekevin beramber ti mêhwerî.”

Mihemed Hecî Mehmûd behsa destwerdana Rûsya li Sûriyê kir û ragihand: “Di rastiyê de, Rûsya berovajî Amerîka û hevpeymaniyê kêm axivt lê belê gellek kar kir. Di pêvajoyeke kurt de bû sedem ku Amerîka pêdeçûnê di siyasetên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê de bike û siyasetên xwe li ber çavan re derbas bike.”

Rêberê PSDKê tekez kir, hevpeymaniya navbera Rûsya, Îran û Iraqê gellek bihêztir e, lê belê Amerîka, Amerîka, Erebistana Siûdiyê û Qeter û welatên din dixwazin nexşeyê herêmê cardin xêz bikin û bikişînin.

Serdana Barzanî bo Kendavê

Sekreterê Giştî yê PSDKê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo welatên kendavê jî bi bîr xist û got: “Pêşwazîkirina Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz ji Barzanî pêngavek gellek mezin e. Ji ber ku ne tenê wî wiha pêşwazî li rêberekî kurd nekiriye, belku bi wî awayî pêşwazî li ti rêber û serokekê cîhanê nekiriye û ew pêşwazîkirin bê mînak e.”

Mihemed Hecî Mehmûd derbarê hevdîtina Barzanî û Şah Selman de hî got, ku Barzanî ji Şah Selman re behsa dewleta Kurdistanê kiriye û wiha got: “A niha em dewletê rabigihînin, Erebistana Siûdiyê ti astengiyan dernaxe.”

Hecî Mehmûd bi pêwîst da zanîn, ku hemû partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgîriyê bidin Barzanî û daxwaz ji wan kir, ku di vê pêvajoya niha de ti alî astengiyan dernexin.

Rudaw
Top