Heyeta PSK serdana Serokê Kurdistan kir
Heyeteke partiya sosiyalîst ya Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir.
Duh heyeteke partiya sosiyalîst ya Kurdistanê ( Bakûrê Kurdistanê) bi Serokatiya Sekreterê giştî ya PSK Mesûd Tek serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir.
Di hevditinê da Mesûd Tek ji bona serketina Peşmerge li Şengalê pîrozbayiya Partiya xwe pêşkeşê Serokê
Kurdistanê kir û wusa bîr û boçunên Partiya xwe li ser hilbijartinên dawî yên Tirkiyê û pêkhatina hikumeta AKP, rewşa Kurdistana Bakûr û Tirkiyê û bûyer û pêşhatiyên siyasî yên dawî pêşkeşê Serokê Kurdistanê kir.
Mesud Tek her wusa behsa biryara Kongra 10 ya li ser legalîze kirina PSK kir û agadarî da Serokê Kurdistanê.
Serokê Kurdistan Mesud Barzanî, piştgiriya xwe li legalîze bûna PSK nişan da.
Di berdewamiya civînê de Serok Mesud Barzanî nirxandinek li ser rewşa Rohilata Navîn, hatina hêzên Rûsya bo navçe, peyvendiyên kurdistan ligel dewletên mezin û yên navçe kir.
Serokê Kurdistan her w usa behsa peyvendiyên Kurdistanê ligel Tirkiyê û rola xwe di proseya asitiyê kir û carekî dinê piştgiriya çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û giftûgo ragihand.
