• Thursday, 19 February 2026
logo

KCK:Turkiye ne ji bo Turkmenan derbazî Başîqa bûye

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
KCK:Turkiye ne ji bo Turkmenan derbazî Başîqa bûye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan`ê (KCK'ê) daxuyakirin ku dewleta Turk bêyî agahiya parleman û gelên Turkiye jê çêbibe,leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.

KCK'ê got: Dewleta Turk a ku ji ber binpêkirina sînor a çend saniyeyan balafira Rûsyayê xist xwarê, bi qasî 2000 leşker, tank û topên xwe, bêyî destûrê ji parlemena Îraq û Başûrê Kurdistanê werbigire, derbasî nava Başûrê Kurdistan`ê kir, ev yek nîşan dide ku dewleta Turk li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke şer a dagirker.

KCK'ê got: Armanca dewleta Turk ne parastina Turkmenên Til Afer`ê ne û got: Ji ber ku di nava plana DAIŞ'ê ya dagirkirina Mûsil û Til Afer`ê de dewleta Turk bi xwe jî hebû, li dijî hikûmeta Şî`a ya Îraqê, Turkiye destek daye hêzên Sûnî û DAIŞ'ê ji bo Mûsil û Til Afer`ê bi dest bixin, dema Turkmenên Til Afer`ê dihat kuştin û bi awayekî komî dihatin koçberkirin, dewleta Turk bi ti awayî helwest nîşan neda, ev yek jî nîşan dide ku endîşeya dewleta Turk ne Turkmen e, dixwaze hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistan`ê xurt bike, zextê li ser PDK'ê bike û PDK û PKK'ê li hemberî hev rake, dixwaze mîna salên beriya 2000'î şer di navbera Kurdan de derxîne û têkoşîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistan`ê qels bike, daxuyaniya Serok Wezîrê Turk Ehmed Davûdoglû ku digot, 'pirsgirêka me bi ti hêzeke din re nîne; em bi tenê li dijî hedefên DAIŞ û PKK'ê yên li Sûriye û Îraqê ne' nîşan dide ku hedefa leşkerên ji Îraqê re şandine, têkoşîna azadiya gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Esasê polîtîkaya dewleta Turk a li herêmê, pêşîgirtina li xurtbûna Kurdan e" û hat gotin, "Li Sûriyê jî polîtîkaya xwe li ser bingeha dijberiya Kurdan daye rûniştandin,ji ber vê yekê, berdêla xwe li hember DYA û Ewropa rabûn be jî, bi awayekî vekirî destek da DAIŞ û El Nûsra, li ser bingeha dijberiya bi Kurdan re leşker şandiye Başûrê Kurdistanê, nedîtina vê rastiyê tê wateya fêmnekirina polîtîkaya dewleta Turk a li dijî Kurdan, dewleta Turk dijminê gelê Başûrê Kurdistanê ye, eger îro vê dijminatiya xwe bi awayekî vekirî nîşan nade, sedema vê yekê ewe ku li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistan`ê li dijî Kurdan şer dike, naxwe, xefleteke mezin ku mirov Turkiye weke dostê Başûrê Kurdistanê bibîne.

Îraq bi tundî li dijî şandina leşkerên dewleta Turk derketiye, ev rewş nîşan dide ku dewleta Turk bi temamî dagirkere, Parlemana Başûrê Kurdistanê ku vîna gelê Başûr e, wê jî derbasbûna leşkerên dewleta Turk a di nava Başûrê Kurdistanê de erê nekiriye, girînge hemû rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, li dijî vê dagirkeriyê derkevin, eger Başûrê Kurdistanê wê xwedî li jiyana demokratîk û azad a rasteqîn derkeve, dikare vê yekê bi dijderketina li vê dagirkeriyê bike, naxwe wê sibê hin hêzên din ên dagirker jî rabin û ji xwe re weke mafekî bibînin ku bikevin nava Başûrê Kurdistanê, wê bêjin, 'Eger Turkiye dikare bikeve nava Başûrê Kurdistanê, hingî mafê me jî heye em jî bikevin navê'. Di rewşeke bi vî rengî de wê artêşa Iraqê wî mafî bi xwe re bibîne ku biçe her devera Kurdistan`ê. dagirkeriya dewleta Turk dikare rê li ber rewşên bi vî rengî yên xetere veke, Lewma divê dagirkeriyên bi vî rengî ji rêzê û rewa neyên dîtin, ji bo vê jî girînge gelê Başûrê Kurdistan`ê tavilê bikeve nava tevgerê û li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike.

Derxistina artêşa Turk ji Başûrê Kurdistanê wê hem federasyona Başûrê Kurdistanê, hem hikûmeta Başûrê Kurdistan`ê, hem siyaseta Başûrê Kurdistanê, hem jî gelê Başûrê Kurdistanê hê xurttir bike, pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, hêza xwe ji yekîtiya gelê Kurd bigire. Yekîtiya gelê Kurd û yekbûna hêzên wê, li hember her cure hêzên ji derve bê wê hêzêk hê xurttir derxe holê, îro her cure hêz û potansiyela gelê Kurd di dîroka xwe de gihiştiye asta herî bilind. Kurd bi vê hêza xwe ve di sedsala 21. de wê bibe gelê Rojhilata Navîn ê bilind dibe, tenê bila li ser esasê berjewendiyên xwe yên neteweyî hêzên xwe bikin yek.

KCK’ê diyar kir ku Turkiye, ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê nebe xwedî statuyekê, di serî de DAIŞ, bi her cure hêzên dijminê Kurdan re tifaqê dike, dewleta Turk a ku duh Kobanê dorpêç kir, niha jî di serî de Efrîn li her derê li dijî gelê Kurd çeteyan dide êrîşkirin, pêwîst e tevahî hêzên Kurdistanî destûra ketina Başûrê Kurdistanê nedin hêzên leşkerî yê dewleteke wiha, ji bo vê jî, ji bo dewleta Turk ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin, pêwîst e li her parçeyên Kurdistanê û li tevahî deverên cîhanê têkoşîn bê mezinkirin.

Xendan
Top