Konsulê tirk: Kurdistan dixwaze Mûsil û Kerkûkê dagîr bike – Bila Enqere plana xwe amade bike!
Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê Ozturk Yilmaz ku di dema ketina bajarê Mûsilê de, bi xwe û hejmarek karmendên konsulxaneya Tirkiyê wek dîl ketibûn destê çekdarên DAIŞê û piştre bêyî kes were kuştin an jî birîndar be, hatibû berdan, derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê û çarenivîsa wî bajarî piştî derxistina wê ji dets DAIŞê de daxuyaniyên giring dan.
Ozturk Yilmaz derbarê şandina leşkerên tirk bo Başîkê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de got, eger bajarê Mûsilê ji dest DAIŞê bê derxistin û ji çekdarên DAIŞê were paqijkirin, dê demareke wê rêxistinê were birîn.
Yilmaz bi gotina kurd hewla dagîrkirina Kerkûk û Mûsilê didin, dilgiraniya xwe li hember wê yekê ku kurd Kerkûk û Mûsilê kontrol bikin, anî ziman û ji ber wê yekê jî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku bo dema piştî rizgarkirina Mûsilê plana xwe amade bike.
Yilmaz wiha got: “Eger Mûsil ji DAIŞê were paqijkirin, pir giring e û demareke rêxistina terorîstî tê birîn, lê belê plana piştî wê yekê giring e. Gelo dê Mûsil jî her wek Şingalê bikeve bin kontrola kurdan? Ji ber ku ew demek e ku kurd dixwazin Kerkûk û Mûsilê dagîr bikin.”
Konsulê berê yê Tirkiyê li Mûsilê herwiha da xuyakirin: “Eger Mûsil bikeve bin kontrola kurdan, hinge dê Herêma Kurdistanê bibe xwediyê dewletekê ku xwediyê sînoreke berfireh be. Sînorek mezin li Sûriyê jî ketiye bin kontrola PYDê.”
Ozturk Yilmaz rexne li siyasetên Enqerê girt û got: “Tirkiye amadekariyan dike daku sînorê xelkek din berfirehtir bibe.” Ew yek jî wek amajekirin bi pêşhatên wan demên dawiyê ku hêzên kurdî him li Rojavayê Kurdistanê û him jî li Başûrê Kurdistanê bi şikestdana DAIŞê sînorek berfireh a axa Kurdistanê ji dest çekdaran rizgar kirine.
Rudaw
