• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji ber Mela Mistefa Barzanî, navê kurdan ket pirtûka Guinnessê

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Ji ber Mela Mistefa Barzanî, navê kurdan ket pirtûka Guinnessê
Li bajarê Dubey yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî, ku bi kirîstalê hatibû çêkirin, hat nîşandan. Ji ber wê tabloyê navê kurd ket pirtûka rekoran a Guinnessê.

Şeva borî li bajarê Dubeyê yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî hat nîşandan. Ew tablo bi 4 milyon û 500 hezar kirîstalên biçûk hatiye çêkirin, ji ber wê jî ew tablo ji aliyê pirtûka rekoran a Guinnessê ve hat tomarkirin.

Sponsortiya wê tabloyê ku 6 metran dirêj û 5 metran jî berîn e, ji aliyê neviyê Mela Mistefa, Sîrwan Barzanî ve hatiye kirin û jina bi navê Jîmen Mehmûd jî proj bicîh aniye.

Rudaw
Top